Nûçeyên Iraqê

Ewropa dibêje divê rêkeftina Turkiya-Rûsya ya li dor Idliba Sûrîyayê sivîlan biparêze

Divê rêkeftina Turkiya û Rûsyayê ya têkildarî xwedûrkirin ji êrîşeke li ser dawîn asêgeha opozîsyonê li parêzgeha Idlibê sivîlan biparêze û giheştina alîkarîyên mirovî misoger bike, Yekîtîya Ewropayê (YE) roja sêşemê (18ê Îlonê)

"Em pêşbînî dikin ku rêkeftina ku li gorî raportên medyayî herdu serokên Rûsî û Turk duh gihiştinê dê parastina jîyana sivîlan û jêrxaneyê misoger bike û herwiha dê garantîya gihştina alîkarîyên mirovî bê astengî û bi awayî hêsanî bike," Peyvdar Maja Kocijancic ji nûçegihanan re ragihand.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hevtayê wî Recep Tayip Erdogan -- ku her du bi dirêjahiya şerê dijwar ê heft-salî yê Sûrîyayê li dijî hev in -- Duşemê kom bûn û derbarê çarenûsa Idlibê de, ku sê milyon mirov lê dijîn, li hev kirin.

Her du serokan li hev kir ku herêmeke bi kûrahîya 15 heta 20 kîlometran seranserê xetên rûbirûbûyînê di navbera şervanên opozîsyonê û leşkerên rejîmê de heta roja 15ê Cotmehê pêk bînin, ku dê ew herêm bi alîkarîya hêzên Tirk û Rûsî bê parastin.

Ajansên nûçeyan ên Rûsî ragihandin ku dê Mosko li gorî rêkeftinê ti çalakîyên leşkerî bi ser Idlibê de pêk neyîne.

Kocijancic got ku Yekîtîya Ewropayê (YE) gelek caran haydarî ji êrîşeke li dijî Idlibê da, û got ku dê kiryarên wiha bibin sedema "felaketeke mirovî ya nû".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500