Nûçeyên Iraqê

Keçeke Êzîdî ji destê DAIŞê tê azadkirin li Sûrîyayê

Keçeke ji hindikahîya Êzîdî ji Îraqê ji "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) hate rizgarkirin li erdên Sûrîyayê, Ofîsa Karûbarên Kesên Revandî yên Êzîdî roja Yekşemê (16ê Îlonê) ragihand.

"Keçeke Êzîdî ku bi temenê xwe 18 salî ye ji DAIŞê hate rizgarkirin," ofîsa hikumeta herêma Kurdistanê di daxuyanîyeke de got, ku ji hêla kenala Kurdistan 24 ya fermî ve hatibû weşandin.

Daxuyanîyê belî kir ku "keçik ji devera Werdîyê ye, li rojavayî Şengalê ... û ew 13 salî bû gava DAIŞê ew revand."

"Hemû rêkarên pêwîst hatin kirin û keçik vegeriya malbata xwe li herêmê," daxuyanîyê got.

Daxuyanîyê dîyar kir ku ne nasnameya keçikê û ne jî devera ku lê hatiye dîtin dê neyin ragihandin ji ber sedemine ewlehî yên têkildar bi çarenûsa jinên Êzîdî yên hîna li cem DAIŞê girtî ne li Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500