Nûçeyên Iraqê

Bijîşk ketin tevgerê li dijî êrişa rejîma Sûriyeyê li Idlibê

Zêdetir ji 300 bijîşk û perestar roja Yekşemê (16ê Îlonê) li devera li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê ketin liv û tevgerekê û bangewazî li civaka navdewletî kirin daku wan ji êrîşa hêzên rejîmê biparêze, AFP ragihand.

Bi bilindkirina gulan û lixwekirina cilên sipî û kincên şîn yên tîmên niştegerîyan, xwenîşander li pêş nexweşxaneyê li Atmayê kom bûn.

Bi piştevanîya Rûsyayê, hêzên rejîmê hin deverên Idlibê bi topavêjan û êrîşên asmanî hedef girtin û êrîşî hin nexweşxane û navendên rizgarkirinê kirin.

Lê êrîşên asmanî yên Rûsyayê di demên dawî de kêm bûne, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Xwenîşanderên jin û mêr li Atmeyê, alaya şoreşa Sûrîyayê û pankartên bi Înglizî dibêjin "NY, parastina me berpirsyariya we ye" rakirin.

Hineke din bang li şanderê NY bo Sûrîyayê Stafan De Mistura kir "parastina xebatkarên tendurustîyê li Idlibê parçeyek ji erkê we ye".

NY got ku êrîşeke asmanî roja 6ê Îlonê nexweşxaneyeke ku bi piştevanîya NGO li Kefir Zîta, ku bajarokeke hevtixûbê parêzgeha Hemayê ye, hat armanckirin û ew li derveyî xizmetê hişt.

Piştî du rojan, êrîşeke hewayî li nexweşxaneyeke li binerdê li navçeya Hesê li Idlibê xist û ziyan gihandiyê, Rewangehê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500