Pênc endamên "Dewleta Îslamî", di nav wan de endamekî payebilind, hatin girtin di operesyonên li gelek deveran li Hîtê, li rojavayê Enbarê, Wezareta Karê Hundir a Îraqî Înê (14ê Lonê) got.
"Hêzek ji Tabûra Bersivdana Lezgîn, bi piştgirîya polîsê xwecihî, Letîf Iweyid, terorîstekî ku tê xwestin ji ber ku gunehbar e bi pêkanîna tawanan li dijî sivîlan, girt, herwiha çar kese din di gelek operesyonên ku sibeha roja Înê û şeva roja Pêncşemê hatin cîbicîkirin," peyvdarê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna got.
Wî dîyar ku ku hêzên ewlekarîyê herwiha dest danîn ser gele çekan, cebirxane, belge û nexşeyên ku ligel wan hatin dîtin.
Di heman demê de roja Pêncşemê, çar endamên din ên DAIŞê di du operasyonên cuda de li parêzgeha Diyalayê û li Hewîcayê, li başûrê parêzgeha Kerkûkê, hatin girtin, li girî Polîsê Federal.
"Terorîst Ebû Hecar Cibûrî, serkirdeyê şaneke terorî ya DAIŞ li ya jê re tê gotin 'Wîlayeta Diyala', û alîkarê wî Kemal Rufeyî di operasyoneke ewlekarî de hatin girtin," Serokê Polîsê Federal Ferîq Raed Şakir Cewdet di daxuyanîyekê de got.
"Lîwayê 3ê yê Operasyonên Taybet herwiha du terorîst -- Xazî Mîran û Ehmed Cebel -- li Hewîcayê girtin," wî got.
Databêsa hêzên Îraqî ya derbarê endamên terorîst teqez kir ku ew kesên girtî di operasyonên terorî de yên li dijî hêzên ewlekarîyê beşdar bûn û weke beşekî ji ofîsa Hisbayê (polîsê olî) kar kiriye.