Nûçeyên Iraqê

Hat îdîakirin ku îtalîyê girtî li Sûrîyayê endamê DAIŞê ye

Şervanên Kurd li bakurê Sûriyayê îtalîyekî ku dixwest derbasî alîyê dî yê sînorêTurkîyayê be, girtin, ku tê îdîakirin ew endamê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ye, AFP Pêncşemê (13ê Îlonê) ragihand.

"Di 27ê Tebaxê de, çeteyekî bi navê Semîr Bogana hat girtin, di encama operasyoneke taybet de ku ji alîyê hêzên me yên Yekîneyên Dijî Terorê hatiye encamdayîn," Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), ku hevbendîyeke Kurd û Ereban e, ragihand.

QSD got ku Bogana -- ku welatîyekî îtalî ye û bi navê Ebû Hureyre el-Muhacir û Ebû Ebdulah el-Muhacir tê naskirin -- berpirsê karûbarên şandina barên çekan bo DAIŞê bû.

Îtalîyê girtî rastî lêpirsînê tê û "dê çarenûsa wî piştî lêpirsînê belî bibe," jêderekî ji QSD ji AFP re eşkere kir.

"Em hevahengîyê bi hevpeymanîya navdewletî re dikin, di nav de Îtalya, têkildarî hemû girtîyên DAIŞê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500