Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Şerê Sûrîyayê bêhtirî 360,000 kes kuştine

Bêhtir ji 360,000 kes hatine kuştin di heyama heft salan de li seranserê Sûrîyayê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Pêncşemê (13ê Îlonê) ragihand.

Ev bîlançoya nû di demekê de tê ku nîgeranîya navdewletî zêde dibe, têkildarî egera ku êrîşa rejîma Sûrîyayê ya ku dê li ser opozîsyonê û çekdarên tundrû pêk bîne li parêzgeha Idlibê bibe sedema "goleke xwîne", AFP ragihand.

Rewangehê got ku mirina 364,792 kesî hatiye tomarkirin, sêyeka wan sivîl in, ji destpêka şer de di Adara 2011an de.

Rewangehê anî ziman ku zêdebûneke dora 13,000 kesî di şeş mehên dawîn de hatiye tomarkirin.

Şer 110,687 sivîl kuştin, di nav de 20,000 zarok û 13,000 jin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500