Nûçeyên Iraqê

Welatîyekî Swêsrî ku berê xwe dide Sûrîyayê li Bulxarîyayê tê girtin bi tawanên terorê

Welatîyekî Swêsrî ku çekên giran pê re bûn li ser sînorên rojhilatî yên Bulxarîyayê yên bi Turkîyayê re hate gitin û bi terorê hate tawanbarkirin piştî hat angaştkirin ku wî plan dikir berê xwe bide Sûrîyayê, AFP îroj Pêncşemê (13ê Îlonê) ragihand.

Yê welatî, yê ku nasnameya xwe kifş nekir, li rêbenda Keptîn Andrîvo ya Bulxarîyayê ya sereke hat girtin roja Sêşemê û bi "teror û qaçaxîya çekan" hat tawanbarkirin, dozgeran di daxuyanîyekê de gotin.

Daxuyanîyê an ziman ku du tifingên otomatîk, tifingeke nêçêrê piçûk, demançeyeke ji celebê SIG û cebirxaneyin bo çekan di hundirê otombêla wî de hatin dîtin, herwiha 24 kêr û nexşeyek ku rêya Idlibê nîşan dide.

Ev girtin piştî hişyarkirina desthilatên Swêsrayê hat ku bavê yê welatî lê gilî kiribû û ku otombêla wî, tev çek û ceberxaneyê hatiye birin.

Yê welatî ji dozgeran re got ku wî dixwest alîkarîya sivîlan bike li Sûrîyayê.

Dadgehek dê roja Înê biryarê bide ku dema girtina wî dirêj bike heta 72 saetên din ên pêşîn û navê wî di lîsteya girtinê ya fermî de belav bike.

Bulxarîya ew xala derbasbûyînê ya sereke ye ji Ewrupîyên ku berê xwe didin "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo tevlî refên wê bibin li Sûrîya û Îraqê, lê belê girtinên li ser sînoran ji 2015an de kêm bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500