Nûçeyên Iraqê

Fransa têkildarî êrîşine kîmawî li ser dawîn asêgehên opozîsyonê hişyarîyê dide

Wezîrê derve yê Fransî Can Îv Le Diryan li Bekînê Pêncşemê (13ê Îlonê) hişyarî da ku her êrîşa bi çekên kîmawî li ser dawîn asêgehên opozîsyonê were kirin dê "xwedî encam bin" bo rejîmê li Şamê.

Hêzên rejîmê yên Rûsîyayê piştevanîya wan dike li dora Idlibê belav bûne di heftîyên dawîn de, ku tirs çêkir ku êrîşeke bejahî û asmanî nêzîk dê çêbibe bo vegerandina dawîn asêgeha opozîsyonê ya sereke.

Di axiftina wî di konfranseke çapemenîyê de bi hemkarê wî yê Çînî Wang Yî re, Le Diryan got ku eger çekên kîmawî werin bikaranîn helbet dê bihêle bersiv ji Parîsê were.

Wî got ku "Fransa têkildarî bikaranîna çekên kîmawî hişyarîyê dide," û got ew "xêza sor e."

Rejîma Esed du caran bi êrîşên asmanî û mûşekên Amerîkayê hatiye armnackirin piştî êrîşên kîmawî yên angaştkirî yên berê, û berpirsine Amerîkî di rojên dawîn de gotin ku rêkarine din dê werin bikaranîn eger Esed çekên kîmawî li Idlibê bi kar bîne.

Amerîka êrîşeke mûşekî li ser bargeheke asmanî ya Sûrî pêk anî di Nîsana 2017an de piştî êrîşeke kîmawî ya angaştkirî li Idlibê, herwiha êrîşeke din ji hêla Amêrkayê çêbû, bi piştevanîya artêşên Brîtanî û Fransî, di Nîsana vê salê de.

Le Driyan got ku çi êrîşeke kîmawî ji hêla rejîmê çêbibe li Idlibê "dê xwedî heman encamên ku me di Nîsanê de nas kirin."

Li dirêjahîya şerê heft salî, hêzên rejîmê her û her bi êrîşên kîmawî hatine tawanbarkirin bi armanckirina deverên li jêr destên opozîsyonê -- piranîya wan bi klorê bûn, lê bi xaza sarînê ya kujêner jî bûn.

Rejîm û Rûsîyayê her û her ev tawanbarî red kirine, û çekdarên opozîsyonê gunehbar dikirin.

Lê belê lêkolînên navneteweyî dîtin ku herî kêm sê caran rejîmê çekên kîmawî li dijî sivîlan bi kar anîye, herwiha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jî hat gunehbarkirin ku wê xaza xerdelê bi kar aniye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500