Çar gumanbarên tê xwestin ji ber pêkanîna êrîşên terorî li ser navê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), li çend deverên Îraqê hatin girtin, Wezareta Hundir a Îraqî di daxuyanîyekê de Pêncşemê (13ê Îlonê) ragihand.
"Hêzên ewlehîyê şeva Çarşemê û sibeha Pêncşemê çar kes girtin, ku ew kes beşdarî operasyonên terorî bûbûn li rojava û navenda Bexdayê," peyvdarê wezaretê, lîwa Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.
"Sê kes [ji gumanbaran] hatin girtin bi xwesipartin bi zanyarîyên ku niştecihine wê deverê dane hêzên ewlekarîyê," wî got.
Wî da zanîn ku çek û cebilxaneyên di destê yek ji gumanbaran de jî hatin desteserkirin.