Nûçeyên Iraqê

5 hatin kuştin li Iraqê di êrîşeke bi otombîleke bombrêjkirî de ku xwaringehek kir armanc

Tundrewinan êrîş kir ser xwaringehekê li bakurê Bexdayê bi otombîleke bombrêjkirî Çarşemê (12ê Îlonê), pênc kes hatin kuştin û bêhtirî 30 kesên din birîndar bûn, li gorî jêderên bijîşkî û ewlekarî.

Endamine "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bombeyek di pîkapekê de çandin û ew li derveyî xwaringehekê li ser rêyeke girîng li Hecacê hiştin, efserekî polîs ji AFP re ragihand, bi mercê nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Efser got "pênc kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn" di teqîna li nêzî bajarê Tikrîtê, 175 kîlometran li bakurê Bexdayê.

Efserê polîs eşkere kir ku êrîş di çaxê xwarina nîvrojê pêk hat û "xwaringehek kir armanc ku mişt rêwîyên ku ji Bexdayê vedigeriyan Duhokê bûn".

Çavkanîyên bijîşkî eşkere kirin ku jin û zarok di nav birîndaran de hebûn.

Efserê polîs daxuyand ku xwaringeh berî aniha di biharê de rastî êrîşeke du xwekujan hatibû.

Roja Duşemê, hêzên ewlekarîyê ragihandin ku wan 13 tundrew kuştin li bakurê tikrîtê di çarçoveya operasyoneke hewayî û bejahî ya astbilind de li dijî wan li deverên biyabanî û çiyayî yên Îraqê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500