Nûçeyên Iraqê

Amerîka bi destpêkirina êrîşa li dijî Idlibê hişyarîyê ji bikaranîna kîmawî dide

Wezîrê Bervanîyê yê Amerîkayê Jêm Matîs roja Sêşemê (11ê Îlonê) teqez kir ku Serokê Sûrîyayê Beşar Esed baş hatiye haydarkirin ji bikaranîna çekên kîmawî li parêzgeha Idlibê , AFP ragihand.

Hêzên rejîmê Çarşemê navçeyên başûrî yên parêzgeha Idlibê û deverine din ên di destê opozîsyonê de li parêzgeha Hemayê ya li rex bombebaran kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê bi xar tu raport ranegihand derbarê tu qurbanîyên bombebarankirinê de.

Êrîş piştî çend saetan ji hişyarkirina şanderê NY Antoniyo Gotêres dest pê kir ku Encumena Ewlehîyê hişyar kiribû ji çi êrîşeke tekûz li Idlibê ku belkî "goleke xwînê çêbike."

Hêzên Amerîkî du caran rejîma Sûrî kirin armanc piştî êrîşên kîmawî yên angaştkirî yên berê, û berpirsine Amerîkayê di rojên dawîn de gotin ku rêkareke din dê ji bo Esed bê bikaranîn eger ew çekên qedexekirî li Idlibê bi kar bîne.

Ajansên NY û rêxistinên mirovî her û her ji her êrîşeke mezin hişyarî didin, ku belkî ji xerabtirîn bobelatên mirovî çêbike di şerê Sûrîyayê de.

Wezîrê Derve yê Fransî Can Îv Le Diryan Çarşemê hişyarî da ku dibe êrîşa rejîmê li ser Idlibê bi hezaran kesên tundrû li derveyî welat belav bike.

"Li Idlibê, em baş dişopînin bê rewşa rejîma Esed çi ye, bi piştgirî û alîkarîya Îranî û Rûsan li wir tevdigerin," Matîs anî ziman.

Nîşan bi êrîşeke Amerîkî li ser bargeheke Sûrî di Nîsana 2017an de kir piştî ku balefirên Esed êrîşeke kîmawî ya angaştkirî li Idlibê pêk anîn, Matîs da zanîn jî ku serokê Sûrîyayê rastî gelek xesaran hat di hêza xwe ya asmanî de, ku dora 17% ji balefirên xwe ji dest da.

"Ew hat haydarkirin, û em dê binêrin ku wî fêm kir an na," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500