Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Di kemîneke DAIŞê de 21 çekdarên rejîmê li başûrê Sûrîyayê tên kuştin

Di kemîneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de 21 çekdarên rejîmê hatin kuştin li parêzgeha Swêda ya dikeve başûrê Sûrîyayê, AFP Sêşemê (11ê Îlonê) got.

Êrîş derengîya Duşemê li devera Tulul el-Sefa li gundewarê parêzgehê çêbû, dora 100 kîlometran li başûr-rojhilatê Şamê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Heşt tundrew hatin kuştin di pevçûnên ku li devera ku dawîn asêgeha tundrewan e li Swêdayê derketine, li gorî Rewangehê got.

Ajansa Nûçeyan a SANA a fermî ragihand ku pevçûnên giran bi DAIŞê re li deverê qewimîn, û got ku topxane û balefirên şer ên hikûmetê "çeper û veşartgehên" rêxistinê kirin armanc.

Hêzên hikûmetê şerê DAIŞê li Swêda dikin li deşta sert ji dema ku tundrewansincîrek ji êrîşan pêk anî bi awayekî serekî li deverên Durzîyan roja 25ê Tîrmehê, û 25 kes kuştin li gorî Rewangehê.

Êrîşa li Swêdayê pêk hat di dema ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) pêş ve çû li dijî tundrewan li ser sînorê bi Îraqê re, Rewangehê ragihand.

Hevbendîya Erebî-Kurdî bi mehan bajarokê Hecînê, li rojhilatê Çemê Feratê li nêzî sînorê Îraqê, dorpêç dike, û roja Duşemê pêngavek bo kontrolkirina bajarok dest pê kir.

Di demjimêrên destpêkê yên Sêşemê de, QSD derbasî nava bajarok bû bi piştevanîya hewayî ya hevpeymanîya navdewletî.

"Wan kontrola beşê bakur-rojavayî yên Hecînê xist di destê xwe de" piştî şênî revîyan, serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Fermdarekî QSD eşkere kir ku êrîşa li ser Hecînê armanc dike dora 3,000 tundrewan ji bajarok û deverên dorpêçkirî derbixe, ku rêjeyeke mezin ji wan biyanî ne.

"Piranîya fermndarên meydanî di molgehê de Îraqî ne," Ehmed Ebû Xewla, fermandarê Encumena Serbazî ya Dêra Zorê, ku beşek ji QSD ye, eşkere kir.

Paş korîdorên mirovî hatin vekirin bo şênî ji devera li jêr destê DAIŞê birevin, piranîya sivîlên li hundir man "ser bi rêxistinê ne -- yan dîl in yan jî malbatên çekdarên DAIŞê ne", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500