Nûçeyên Iraqê

30,000 li Sûrîyayê direvin, û NY ji qewimîna "xerabtirîn" qeyrana vê sedsalê ditirse

Tundûtûjî li bakur-rojavayê Sûrîyayê hiştiye ku 30,000 kes bi tenê vê mehê bêwar bibin, NY roja Duşemê (10ê Îlonê) eşkere kir, û hişyarî da ku pêkanîna êrîşeke berfireh dibe bibe sedema "xerabtirîn felaketa mirovî" li Sûrîyayê, AFP ragihand.

Parêzgeha Idlibê û deverên gundewarî yên ligel hevtixûb in mezintirîn herêma ku hîna li jêr kontrola çekdarên opozîsyonê ye pêk tînin.

Aniha çavên serok Beşar Esed li ser Idlib e, û hêzên wî dest bi bombebarankirina parêzgeha bi awayekî himbiz niştecihbûyî kirin ji destpêka mehê de.

Tê payîn ku 30,452 kes bêwar bûne li Idlibê û deverên parêzgeha Hemayê ya xevtixûb ligel wê di navbera 1 û 9ê Îlonê, Ajansa Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) ragihand.

"Em pir nîgeran in ji ber zêdebûna tundûtûjîyê vê dawîyê, û ew bûn sedema bêwarbûna zêdetir ji 30,000 kesan li deverê. Em vê yekê ji nêz ve dişopînin," berdevkê OCHA, David Swanson ragihand.

Gelek revîyane sînorê bakurî yê bi Turkîyayê re, nîvê wan li penagehekê li kampeke bêwaran digerîyan û yên din yê tev xelkê deverê dê bijîn ya dê xanîyan bi kirê bigirin.

Nûçegihanekî AFP li Idlibê bi dehan malbatên bêwar dîtin, ên ku berê xwe dan sînor di rojên dawî de bo ji ber bombebarankirinê birevin devereke din.

Roja Duşemê, li ser şaherîya sereke ya ku di parêzgehê re derbas dibe, xelkê bi motoran berê xwe da bakur û zarokên wan bi pêyan dimeşîyan, û bi dehan pez ligel xwe anî.

Serokê karûbarên mirovî yên NY, Mark Lowkok Duşemê bangeke lezgîn derxist, û tê de got "hewcedarî heye ku bi awayekî ev kêşe çareser bibe daku di çend mehên bên de li Idlibê xirabtirîn felaketa mirovî neqewime û nebe sedema kuştara herî mezin di sedsala 21emîn de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500