Nûçeyên Iraqê

2 nexweşgeh li beşê rojavayî yê Mûsilê tên vekirin

Du nexweşgeh hatin vekirin roja Yekşemê (9ê Îlonê) li beşê rojavayê yê Mûsilê, yê ku pir ziyan gihiştiyê, paş salekê ji derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarê parêzgeha Nînewayê li ser destê hêzên ewlekarîyê yên Îraqî, AFP ragihand.

Nexweşgeh -- yek ji wan navendeke tengavîyê ye, û ya din pispor e di warê nexweşîyên jinan û ducanîyê de -- li cihê avahîyên wêranbûyî ji encama cenga binxistina rêxistinê li bajar di Tîrmeha 2017an de.

Di navenda tengavîyê de 75 text hene û di ya din de 50 text, û wia hejmara textên li Nînewayê dibe 1000 text.

Lê dîsan jî ev kêm e û carê 6,000 text hebû berîya ku DAIŞ Mûsilê di 2014an de kontrol bike, doktor Felah Taî, serokê sektorê tenduristîyê li parêzgehê got.

"Sektorê tendirustîyê yê parêzgehê rastî gelek ziyanan hatiye," wî got ku da zanîn k hikûmeta federalî guhdanê nake, lê rêxistinên mirovî hewl didin ku vê valahîyê dagirin.

Avahîyên nû yekîneyên pêşwextavakirî ne, û ew li şûna nexweşgehên resen hatine danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500