Nûçeyên Iraqê

Bi sedan kes ji Sûrîyayê direvin û Rûsîya li asêgeha opozîsyonê dixe li Idlibê

Bi sedan civîl ji gundên li nêzî xeta pêşîn li parêzgeha Idlibê ya Sûrî reviyan ji tirsa êrîşeke dê nêzîk çêbibe li ser dawîn asêgehên opozîsyonê ya sereke li welat, AFP îroj Pêncşemê (6ê Îlonê) ragihand.

Hêzên hikumetê yên Rûsîyayê piştevanîya wan dike li dora parêzgeha bakurî kom dibin bi dirêjahiya çend heftîyan, û roja SêşemêMosko erîşên xwe yên asmanî yên yekemîn li ser opozîsyonê pêk anîn di sê heftîyan de.

Di demeke dereng de ji Çarşemê, bi sedan gundî ji deverên li başûr- rojhilatê parêzgehê koç bûn gundên ku li nêzî erdên di dest hikumetê de ne, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku ew ber bi erdên di dest opozîsyonê de ne diçûn li parêzgeha Helebê ya li rex.

"Dora 180 malbatî, yan jî 1,000 kes" ji derengîya roja Çarşemê de rê girtin, Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Ji alîyekî din ve, karkerên rizgarkirinê li Idilbê roja Pêncşemê gotin ku ew neçar bûn operasyonên xwe rawestînin piştî ku êrîşên asmnî navenda wan wêran kirin.

Hêza rizgarkirinê ya Komikên Spî got ku mûşek li cihê wan xist li Temanayê li beşê başûrî yê Idlibê sibeha Pêncşemê, û êrîşên asmanî di pişt re hatin.

Museb Qedûr, serokê navendê, ji AFP re got ku ew di hundirê avahîyê de bû gava navend hat êrîşkirin bi dehan mûşek.

Qedûr anî ziman ku "gava mûşek rawestîyan, em bi xar derketin. Piştî dora 15 xuleyan, balefira Sûxî 24 (balefireke Rûsî) navend kir armanc, ku wê kir derveyî xizmetê."

"Me amûr bi dest xistin berî ku balefir wê armanc bike, û em tevde baş in," wî ragihand.

Komine mirovatîyê û NY ji çi êrîşên li ser Idlibê hişyar kirin ku dê "felaketeke mirovî" çêbike.

Roja Pêncşemê, Wezîrê Derve yê Fransî Can Le Diryan hişyar kir ku "gurbûneke mirovatî" li Idilibê heye.

Wî got ku "rejîma Beşar Essed dixwaze Idlib di milê sebazî de bibe, û em herkesî hişyar dikin ên beşdarî çêbûna gurbûneke mirovatî bibin ku belkî çêbibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500