Nûçeyên Iraqê

Koçberîya Navdewletî: 4 milyon Îraqî vegerîyane warên xew paş şerê li dijî DAIŞê

Li gorî Rêxistina Koçberîyê ya navdewletî, dora çar milyon bêwarên Îraqî ku ji ber şerê li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) malên xwe terikandibûn vegerîyan warên xwe, AFP roja Sêşemê (4ê Îlonê) ragihand.

Dema ku DAIŞ li Sûrîya û Îraqî peyda bû di 2014an de, şeş miyon Îraqî — dora 15% ji nifûsa welat — malên xwe terikandin bo selametîya xwe, Koçberîya Navdewletî Sêşemê eşkere kir.

"Bo yekemîn car di çar salên dawîn de, hejmara bêwarên Îraqî dadikeve xwara du milyonan," ajansê di raportekê de daxuyand. "Dora çar milyon kesan vegerîyane malên xwe."

li gorî Koçberîya Navdewletî, bêwarên vegerîyane malên xwe ji ber çendîn sedem ew biryar dane, di nav de baştirbûna rewşa ewlehî û berdestbûna vehewandinê.

Hineke din dibêjin ku ew ji alîyê serkêşên komelgehê, heval û xizman de bo vegerê hatin handan, yan jî ji ber bi awayekî pir sade rewşa wan a aborî bo vegerê baş bû.

Lê hîn1,931,868 ji ber nebûna derfetên kar û pereyan û nebûna ewlehîyê û mal û jêrxaneyê dinalin, Koçberîya Navdewletî got.

Ajansê got ku piranîya vegeryayîyan ji parêzgeha Nînewayê koçber bûbûn, û bêwarên Îraqî bi qeflan vegerîyan Enbarê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500