Nûçeyên Iraqê

8 sivîl hatin kuştin li Îraqê di êrîşên DAIŞê de

Kesên tê gumankirin ew endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in heşt kes kuştin û çar kes birîndar kirin di du êrîşan li bakurê Îraqê, berpirsyarên ewlekarîyê Duşemê (3ê Îlonê) ragihand.

Roja Duşemê "heft sivîl hatin kuştin çaxê cîhadîyekî agir li ser xanîyn vekir li gundê Elbû Şahir", 25 kîlometran li rojavayê Kerkûkê, berpirsyarkî ajansa ewlekarîyê ji AFP re ragihand.

Wî eşkere kir ku efserekî polîs di wê êrîşê de birîndar bû, û herwiha elementên DAIŞê girtin ser ofîseke guhertina pereyan û dora $20,000 dizîn berî ew birevin.

Roja Yekşemê, zilamek bi guleyê hat kuştin û sê kesên din birîndar bû li derveyî mizgeftekê li bakurê Bexdayê.

Êrîşa li gundê Xanûkayê li nêzî Şirqatê pêk hat, ew jî yek ji deverên dawîn yên ku hêzên hikûmetê ji DAIŞê vegerandin sala par, efserekî polîs eşkere kir.

"Zilamê, 80-salî, nuh nimêj qedandibû (û ji mizgeftê derdiket) dema ku jîhadîya agir berda wî," efserekî, ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin, got.

Tu alî destpêkê berpirsyarîya ji êrîşan li xwe negirt.

Li gorî efserê polîs, hîna veşartgehên DAIŞê li bilindahîyên Xanûka û deverên çiyayî û biyabanî yên Îraqê mane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500