Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hêrî kêm şeş endamên malbatekê kuştin di êrîşekê de li ser mala wan li bajarokê Şûrayê, li başûrî Mûsilê, şaredarê Şûrayê Xalid Car îroj Pêncşemê (30ê Tebaxê) got.
"Çekdarine DAIŞê derbasî mala Elî Husên ê ku kurê wî weke polîs kar dike bûn, û bav, dê, û her çar zarok kuştin, di nav de du keç," Car ji Diyaruna re got.
Wî got ku "terorîst piştî êrîşa newêrek revîyan devereke biyabanî, û polîs û hêzên artêşê aniha operasyonine lêgerînê bi alîkarîya niştecihinan pêk tînin," da zanîn jî ku hêza asmanî ya Îraqî çavdêrî û piştgirîyê jî pêşkêş dike.