Nûçeyên Iraqê

Otombîlek bombekirî 11 kesan li rojavayê Îraqê dikuje

Xwekujekî herî kêm 11 kes li Îraqê kuştin îroj Çarşemê (29ê Tebaxê), AFP ragihand.

Yê êrîşker otombêlek li rêbendekê li derdora bajarokê Qaîmê teqand, ku ew yek ji dawîn bajarokên Îraqê yên ku ji "Dewleta Îslam" (DAIŞ) hatine vegerandin e, û li nêzî sînorê Sûrîyayê ye.

Pênc kes ji endamên hêzên ewlekarîyê di nav wan 11 kesên kuştî di teqînê de bûn, ku herwiha 16 kesên din birîndar bûn, piranîya wan sivîl bûn, serokê polîs, Neqîb Mehmûd Casim, got.

DAIŞê êrîş di daxuyanîyekê de li xwe girt, û got ku di êrîşê de 50 kas mirine û birîndar bûne.

Ajansên ewlekarîyê yên Îraqî gotin ku otombîla ku di êrîşê de hatiye bikaranîn li devereke biyabanî li rex Sûrîyayê bi teqemenîyan hatibû bombrêjkirin.

Êrîşker otomîla xwe diajot û du rêbend derbas kiribûn berî ku bombeyê li rêbenda sêyemîn biteqîne piştî ku hêzên ewlekarîyê gule berdane wî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500