Nûçeyên Iraqê

Pispor dibêjin ku hejmartina bermahîyên DAIŞê erkekî ne gengaz e

Pisporên ku "Dewleta Îslamî" dişopînin nikarin li hev bikin li ser bê gelo çend endamên rêxistinê yên çalak hîn li li Sûrîya û Îraqê hene, AFP roja Pêncşemê (23ê Tebaxê) ragihand.

Wan got ku sedema vê yekê ew e ku piranîya erdên wê yên berê hîn herêmeke şer e.

Navenda Sofanê, sazîyeke şêwîrmendîyê ye, not kir ku di meha Kanûna Duyem de hevpeymanîya navdewletî texmîn kir ku hejmara çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê digihe 1000.

Heftîya borî, Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî texmîn kir ku dibe heta 17,000 li Îraqê û 14,000 li Sûrîyayê hebin.

Çavdêrên NY di raporteke nûjen de texmîneke din kirin -- dibe ji 20,000 heta bi 30,000 kesan be li Îraq û Sûrîyayê

"Îroj, astengîya sereke ku em bigihin kesayeteke pêbawer ew e ku em nizanin bê çend di nav refên wan de di operasyonên [berê] de hatine kuştin," Jîn-Çarles Brisard, serokê Navenda Analîzkirina Terorîzmê, got.

"Laşên endamên DAIŞê yên hatin kuştin di êrîşên asmanî yên ji alîyên cihêreng ve hatin cîbicîkirin di gelek haletan de hin li jêr molozan in," heta em zanibin ku ew bi rastî hatine kuştin, ew li cem me weke saxan tên reçavkirin".

Tore Haming, pisporekî warê tundrewîyê li Peymangeha Zanîngeha Ewropayî, got ku hejmar "ne gengaz in ji nirxandinê re".

"Di destpêkê de divê tu bide naskirin bê kî çekdar yan endamê DAIŞê ye," wî got. "Gelo hejmara [ya NY] nûjen, ne tenê xelkên ku çek bi wan re dide ber xwe, yan ew her kesê ji doza DAIŞê re kar dike dide ber xwe? tu kes nizane."

Navenda Sofanê got DAIŞ "ji dewleteke seretayî bû komeke dijber", lê wê anî ziman ku ew dimîne gefek.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500