Şeş kes, di nav wan de endamên hêzên ewlekarîya Îraqî, di êrîşeke tund de li bakurê Bexdayê hatin kuştn û çar kesên din birîndar bûn, polîs ji AFP re ragihand roja Pêncşemê (23ê Tebaxê).
Roja Çarşemê, "çekdarên 'Dewleta Îslamî' êrîşî mala endamê parlemanê yê berê Ednan Cibûrî kir", zabitekî polîs, ê daxwaz kir ku navê wî neyê kifşkirin, ji AFP re got.
"Wan hawinan avêtin malê li gundê Esdîrayê," 90 kîlometran li bakurê Tekrîtê, lê tu ziyan çênebûn, wî got.
Lê dema ku polîs, endamên hêzên çekdarî yên nefermî û sivîl diçûn ber bi cihê bûyerê ve," xwekujekî xwe teqand, şeş kes kuştin û çarên din birîndar kirin", wî got.