Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya navdewletî dibêje ku serkêşîya DAIŞê "bêbandor e"

Hevpeyamnîya navdewletî roja Pêncşemê (23ê Tebaxê) got ku serkêşîya "Dewleta Îslamî" aniha "bêbandor bûye" piştî DAIŞê peyameke bi tomareke deng weşand ku hat gotin ew ji alîyê serokê wê Ebû Bekir Bexdadî ve bû, AFP ragihand.

Daxuyanîya peyvdarê hevpeymanîyê eqîd Sean Ryan's hat piştî Bexdadî bang li Misilmanan kir ku dest bi "jîhadê" bikin di tomarkirina deng de ku derngîya roja Çarşemê hat weşandin.

"Ew bûye bêsûd û ne çalak e, ji ber vê yekê em gelekî hesaban nakin ji gotinên ji alîyê serkêşîya DAIŞê ve tên," Ryan got.

Di gelek hilkeftinan de mirina Bexadaî hatiye îlankirin, lê perpirsyarkî istixbaratên Îraqî di meha Gulanê de got ku ew hîn sax e û li xaka Sûrî ye li nêzî sînorê Îraqî.

Peyama wî ya angaştî ya dawî di Îlona sala 2017an de hat weşandin, piştî demeke kurt ku hêzên bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî DAIŞ ji Reqaya Sûryayê der kirin. Di tomara roja Çarşemê de, wî gefa "tarîstanekê" li Amerîka û Rûsîyayê xwar.

"Em bawer dikin ku serkêşîya wî bêqîmet e," Ryan got. Em giranîyê didin têkbirina bermahîyên DAIŞê yên dawî, bi vî awayê eger ew sax be yan mirî be ne pirsgirêk e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500