Nûçeyên Iraqê

Rêxistineke Tundrû ya Sûrîyayê hişyayî ji giftûgoyên bi rejîmê re da

Serokê rêxistina Tehrîr el-Şam îroj Çarşemê (22yê Tebaxê) komên opozîsyonê yên li Idliba Sûrîyayê ji beşdarbûna di giftûgoyên bi rejîmê re hişyar kirin, AFP ragihand.

Ebû Mihemed Colanî axivî piştî Beşar Esed got ku ew dîsan kontrolkirina herêma bakur-rojavayî armanc dike, û hevalên xwe yên tundrû û çekdarên din ên opozîsyonê li deverê hişar kir ku çekên xwe radest nekin li hember rêkeftinên radesbûyîna ji rejîmê re.

Hevbendîya tundrû dora 60% ji Idlibê kontrol dike, lê komên din ên opozîsyonê piranîya yê mayî kontrol dike. Rejîm beşeke biçûk ji başûr-rojhilatî herêmê kontrol dike.

Di heftîyên dawîn de, Tehrîr el-Şam û komine opozîsyonê yên din bi dehan kes girtin, bi tawana ku ew bi rejîmê re kar dikin û herwiha ji rêkeftinên radestbûyînê re dixebitin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500