Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî gelek cihên DAIŞê li Selahedînê wêran dikin

Sê veşartgehên "Dewleta Îslamî" di operesyonên artêşê yên cuda de hatin wêrankirin nêzîkî Samerayê li parêzgeha Selahedînê, Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ya Îraqî îro Duşemê (20ê Tebaxê) got.

"Di van 24 saetên bûrî de, hêzên Îraqî sê cihên DAIŞê wêrankirin, di nav wan de du veşartgehên binerdê, li el-Dilûhîya û Muteybijayê, li bakur û rojhilatê Samerayê," peyvdarê fermandarîyê, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî eşkere kir ku veşartgeheke sêyem li Hawî el-Mitayê, li rojavayê Samerayê hat dîtin, cihê ku du çekdarên DAIŞê lê hatin kuştin piştî yekî ji wan hewl da ku RPGyê bavêje hêzên artêşê.

"Çek û teqemenîyên cihêreng, di nav wan de bombe, RPG û êlekekî teqîner hatin desteserkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500