Nûçeyên Iraqê

Erebistan Siûdî soz da $100 milyon bo pêngavekê li Sûrîyayê terxan bike

Erebistana Siûdî îroj Înê (17ê Tebaxê) ragihand ku ew dê $100 milyon bide kampanyayeke bi piştevanîya Amerîkayê bo çespandina aramîyê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, ya ku asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, AFP ragihand.

Ev mezintirîn piştgirîya madî ye heta aniha ku bo xebatên nûavakirinê li deverên berê li jêr kontrola DAIŞê bûn tê terxankirin.

Erebistana Siûdî endam e di hevpeymanîya navdewletî de, ya ku li Îraq û Sûrîyayê şerê DAIŞê dike.

Piştgirîya Riyadê armanc dike ku piştevanîya "projektên aramîyê" û "dê roleke girîng bigerîne di çarçoveya xebatên hevpeymanîyên bo vebûjandina komelgehan, mîna li Reqayê, ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn wêrankirin”, li gorî daxuyanîyeke balyozgeha Siûdî li Waşintonê.

Daxuyanîyê got ku dê pere "canan biparêze, alîkarîyê bike di hêsankirina vegera bêwarên Sûrî de û di misogerkirina ku careke din DAIŞê serhildanê neke, û neduristkirina gefê li ser Sûrîyayê û cîranên wê, û nekarîna plankirina êrîşan li dijî civaka navdewletî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500