Hêzên Îraqî du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonêkê de li rojavayê Remadîyê girtin, Femanadrîya Operasyonên Enbarê îroj Pêncşemê (16ê Tebaxê) ragihand.
"Hêzên hevbeş ên artêşa Îraqî û Ajansa Dijî Teror operasyoneke nişkayî li Ebû Teybanê pêk anîn, ku 20 kîlometran li rojavayê Remadîyê ye, û du terorist girtin," lîwa Mehmûd Felahî wisa ji Diyaruna re got.
Felahî got ku yek ji girtîyan, "Macid Merawî, terorekî xeterbar e û tevlî tawanan bûye li Îraq û Sûrîyayê," da zanîn jî ku ew tevlî tawanên bidarvekirinên bi kom û otombîlên bombekirî bûye.
"Hêzên hevbeş metryalên xeterbar bi wan re dîtin, di nav de teqemenî, mûşekên arastebar û bombeyên bidestçêkirî," wî anî ziman.
Wî ragihand ku operasyon piştî du heftîyan ji çavdêrîkirinê pêk hat.