Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî sê êrîşên xwekujî li rojhilatê Samerayê têk dibin

Artêşa Îraqî sê teqînên xwekujî li rojhilatê Samerayê siba roja Çarşemê (15êTebaxê) têk birin, Wezareta Berevanîyê got.

"Li ser bingeha agahîyên istixbaratî, hêzên artêşê sê terorîst dorpêç kirin ên xwe amade dikirin da ku operasyonan li dijî armancên sivîl û ewlekarî cîbicî bikin," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Yek ji wan mir dema ku êlekê wî yê teqîner teqîya piştî hêzên Îraqî fîşek avêtine wî. Yekî din hat kuştin û yê sêyem hat girtin di operasyona Seyfonayê de li Mutesimê, daxuyanîyê got.

"Hêzan dest danîn ser du mîtralyoz, êlekeke teqîner û 15 narincok," daxuyanîyê got, û da zanîn ku hêzên ewlekarîyê dest bi operasyoneke berfereh kir li deverê da ku li veşartgehên terorîstin din bigerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500