Nûçeyên Iraqê

Amerîka bawer dike ku rojnamevanê widayî hîn sax e piştî 6 salan

Wezareta Derve ya Amerîka bawer dike ku rojnamevanê Amerîkî yê windayî Ustin Tîs hîn sax e, şeş salan piştî tê texmînkirin ku ew li Sûrîyayê hatiye dîlkirin, AFP roja Sêşemê (14ê Tebaxê) ragihand.

"Em bawer dikin ku ew hîn sax e," peyvdarê Wezareta Derve Hîsir Nowirt di salvegera windabûna wê de got. "em gelekî li ber saxbûna wî dikevin û en bi awayekî şalak kar dikin da ku em Ustin Tîs vegerînin welat."

Nowirt red kir ku agahîyan bide derbarê çawa Amerîka gihaye wê encamê yan cihê ku ew lê hatiye girtin, û ji hêla kî ve.

Tîs temenê 31 sal bû rojnamevanekî wênekêşekî yê serbixwe bû ji AFP, McClatchy News, Waşîton Post, CBS û rêxistinin nîçeyan ên din re jî kar dikir dema ew li xaleke pêşkinînî li nêzî Şamê di 14ê Tebaxê de hat girtin.

Serbazekî deryayî yê berê bû, ew piştî mehekê di tomarkirineke vîdyo de çavgirêdayê li gel komeke nenas ji mêrên çekdar xuya kir, ti agahîyên fermî derbarê hîn ew sax e yan mirî ye nînin.

Di destpêka vê salê de, hikûmeta Amerîkî xelateke bi bihayê 1 mîlyon $ îlan kir bo agahîyên derbarê Tîs.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500