Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 4 endamên DAIŞê li Mûsilê girtin

Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên ku bi nasnameyên saxte li Mûsilê tevger dikirin hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îroj Duşemê (13ê Tebaxê) ragihand.

Her çar li ser "lîsteya xeternak a terorîstan" li Mûsilê bûn û di operasyonên ewlekarî yên cuda de di rojên Yekşem û Duşemê de hatin girtin li taxên in Zehra, Nebî Yûnis, Kerama û Sînaa, serokê polîsê Nînewayê, emîd Hemed Namis Cibûrî ji Diyarunare ragihand.

"Çek û meteryalên ku di sazkirina teqemenîyên bidestçêkirî û bombrêjkirina otombîlan de tên bikaranîn hatin dîtin dema ku avahîyan ew lê diman rastî êrîşê hat," wî got.

Cibûrî got ku her çar terorîst çend paye di heyama dagirkarîya DAIŞê ji Mûsilê re girtibûn destê xwe.

"Yek ji wan di komîteya ewlehî ya DAIŞê de bû û rol gerandiye di kuştinan de [yên sivîlan], û jêkirina destan û avêjtina ji avahîyên qatbilind li gorî fermanên rêxistinê yên li dijî welatîyên ku wê angeş dikir ku ew li dijî fermanên wê ne," wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500