Nûçeyên Iraqê

Durzîyê duyemîn ji Swêdayê ku ji hêla DAIŞê hatibû girtin, dimire

Dîlekî duyemîn mir piştî ku ji hêla "Dewleta Îslam" (DAIŞ) hatibû revandin li başûrê Sûrîyayê meha borî, AFP Pêncşemê (9ê Tebaxê) ragihand.

Jina Sûrî ya 65-salî yek ji bêhtir ji 30 kesî bû ku DAIŞê ew girtibûn berîya du heftîyan, dema DAIŞê êrîşeke tund bire ser kêmneteweya Durzî li parêzgeha Swêdayê.

DAIŞ bi hikumeta Sûrî û hevalbenda wê Rûsîya re di giftûgoyan de bû bo pevguherîna dîlên tundrû ku rejîmê wan girtibûn.

Rêxistinê serê yekî ji wan jê kir, ku xwendekarekî 19-salî bû, heftîya borî.

Roja Pêncşemê, şandeya danûstander wêneyin ku termê dîlê duyemîn xuyanî dikin gihaşte destê wê, Nûr Redwan, rêveberê malpera nûçeyan a Swêda24 got.

"Piştî qutbûna têkilîyan çend rojan, DAIŞ bi şandeya danûstander a Swêdayê re rûnişt da ji wê re bibêje ku ew jin ji ber nexweşîyê mir," Redwan got.

Xiziminan ji Redwan re gotin ku jinik ji pirsgirêkên dil û şekir gazin dikirin, lê tu tişt di destên wan de tune bû daku nas bikin ku tilîya wan di mirina wê de ye hebû yan na.

Hinek agahî derbarê rewşên girtina dîlan de hene, herwiha ku ne diyar e bê ka ew tên îşkencekirin an binpêkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov jî got ku yek ji dîlên jin di "rewşine nepenî" de mir.

Piştî herdu mirinan, bi kêmanî 13 jin û 15 zarok li cem DAIŞê mane.

Redwan ragihand ku dîlên girtî di deverine cihêreng re hatin veguhastin bo ji bombebarankirina hikumeta Sûrî dûr bikevin.

Hêzên rejîmê roja Yekşemê dest bi bombebaranrine tund li ser çeperên DAIŞê kirin li beşê bakur-rojhilatî parêzgeha Swêdayê, ya li biyabana berfireh e ku li welat bi navê Badîyayê tê naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500