Nûçeyên Iraqê

Serokê Tomara Giştî: Mirina 68,000 sivîlan hatiye tomarkirin li Sûrîyayê di 2017an de

Tomarên sivîl ên Sûrîyayê 68,000 mirin li welat tomar kirin di sala 2017an de, serokê tomarên sivîl, Ehmed Rehal roja pêncşemê (9ê Tebaxê) ragihand.

"Sala par, me mirina 68,000 kesan piştrast kir berî destnîşankirina çawanîya mirina wan ligel piştrastkirina mirina 32,000 kesan îsal," Rehal wiha ji rojnameya Weten a alîgira rejîmê re ragihand.

Wî tu agahîyên bêhtir li dor kesên mirî nedan, di nav de kîjan devera Sûrîyayê ya ku wan li wir jîyana xwe ji dest ka û gelo ew qurbanîyên şerê li dar in, AFP ragihand.

Nûçeya roja Pênşemê tê di demekê de ku çalakvanan desthilatdarî gunehbar kirin ku ew tomarên sivîl nû dikin bo ew weke hejmara girtîyên di zindanên rejîmê de bin mîna "wefatkiriyan" -- hinek ji wan vedigerin berî heft salan.

Mafnasên mafên mirov dibêjin ku bi dehên hezaran Sûrî di zindanên hikûmetê de girtî ne li seranserê welat.

Xizm û parêzerê wan dibêjin ku ew çendîn car hatine îşkencekirin, û pêrgî dadgeheke dadmend nayên, û ji têkilîkirina bi malbatên xwe re mehrûm in.

Lê Rehat got ku karmendên tomara sivîl tu rewşên "çewt" nedîtine heta ku wan nîşan bikin.

"Eger belgehek ji alîyekî hikûmetê hatibe -- çi nexweşgehek be yan tiştek din be -- bo mirinekê piştrast bike, ew tê piştrastkrin bêyî bizanin ka rast e yan ne rast e."

Tora Sûrî bo Mafên Mirov dora 400 haleyan bi belgeh kirine di mehên borî de, di nav de navên neh zarokan, yên ku karmendên tomara giştî ya sivîl ji malbatên wan re gotiye ku xizmên wan yên girtî mirine.

Dora 80,000 kesan wendayî mane li ser destê hikûmetê, li gor komên mafnas.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500