Nûçeyên Iraqê

5 Awstralî ji nasnameyê hatin bêparkirin ji ber girêdanên bi DAIŞê re

Pênc kes ji nasnameya Awstralî hatin bêparkirin ji ber şerkirina di rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Îraq û Sûrîyayê, AFP Pêncşemê (9ê Tebaxê) ragiand.

Ew wiha tevlî çekdarê navdar Xalid Şerûf bûn -- yê ku bi berferehî qala wî di nûçeyan de hat kirin paş wî wêneyeke li ser twîter weşand ku tê de kurê wî yên bi temen biçûk serîyekî jêkirî hildigirt -- û wiha ew yakane hecwelatî ne ku li gor yasayên dijî terorê yên tund hatine bidûrxistin.

"Ez dikarin piştrast bikin ku pênc kesên din jî dê ji nasnameya Awstralî bêpar bimînin ji ber ev tevlî karê bazirganî [yê DAIŞê] bûbûn," Wezîrê Karûbarên Hundir Peter Duton di daxuyanîyekê de ragihand.

Hef pên temenên wan di navbera 20 û 30 salî de ne. Duton agahîyên berferehtir li dor nasnameyên wan eşkere nekirin.

Kanbêra aniha nîgeran e ji ber vegera welatîyên Awstralî bo welatên xwe piştî şerkirina li tenîşt DAIŞê û wê aniha hejmarek ji yasayên ewlehî yên niştîmanî yên tund di salên borî de sepandine.

Şerûf, yekem kes bû ku ji nasnameya Awstralî hatiye bêparkirin û pasporta wî ji wî hatiye wergirtin. Ew welatîyê Lubnanê bû jî.

Ew sala 2013an ji Awstralyayê derket û tev malbata xwe berê xwe da Sûrîyayê.

Jina wî ya Awstralî Tara Netleton, a ku bi wî re sefer kiribû, ji wê demê de hatibûn kuştin û Şerûf bawer dikir ku di êrîşeke bi dronekê de hatibe kuştin li Îraqê di sala 2015an de.

Paş wê raportên medyayî qal kirin ku guman li dor mirina wî hene. Çarenivîsa her pênc zarokên jî ne zelal e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500