Nûçeyên Iraqê

Çekdarin êrîşî rêbenda rejîmê ya Xûtaya Rojhilatî dikin

Herêma Xûtaya Rojhilatî di nav alozîne ewlehî de ye piştî êrîşkirina li ser rêbendeke ewlehîyê ya rejîmê li bajarokê Zemalkayê roja Çarşemê (8ê Tîrmehê), çalakvan Ehmed Bêk wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku yekîneyên rejîmê di amadebaşîyê de man piştî êrîşê, êrîşa ku tê de çekdarinan gule berdan rêbendê, û di encamê de hejmarek ji leşkeran birîndar bûn.

"Hêzên artêşa Sûrî piştî demeke kurt ji maliştina devera derdora rêbendê, erd û zevîyên çandinîyê teftîş kirin û derbasî xanîyên li devera ku bûyer lê qewimî bûn," wî anî ziman.

Maliştin bû encama 60 niştecihên Zemalkayê girt, medyaya xwecihî ragihand.

Ev êrîşeke nû ye ji çaxa ku rejîma Sûrî Xûtaya Rojhilatî vegerandîye, ku ew asêgeheke berî ya opozîsyonê bû li nêzî Şamê.

Piştî êrîşeke ku mehekê dirêj kir, hikûmeta Sûrî û hevalbenda wê Rûsya rêkeftinên valakirinê bi dest xistin di meha Nîsanê de bo paqijkirina herêma Xûtaya rojhilatî ji çekdarên opozîsyonê û herwiha ji malbatên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500