Nûçeyên Iraqê

Dê mozexaneya Brîtanî şûnwarên talankirî vegerîne Îraqê

Mozexaneya Brîtanî Pêncşemê (9ê Tebaxê) ragihand ku ew ew komeke ji şûnwarên 5,000-salî ku ji qaçaxçiyekê Londonî hatin desteserkirin sala 2003an divegerîne Îraqê , AFP ragihand.

Polîs dest danî ser her heşt keresteyan di meha Gulana wê salê de piştî qaçaxçî bi binket ku piştrast bike ku ew yê wî ne, û destpêka vê salê bo mozexaneyê hatin veguhestin bo analîzkirinê.

Sê ji van kersteyan dirahêjin neqşên Somerî yên ku resenîya wan vedigere Perestgeha Enînoli bajarê kevinar ê Girsû, aniha bi Têlo tên binavkirin, û dikeve başûrê Îraqê.

Destnîşankirina wan hêsan bû ji ber ku Têlo yek ji cihên şûnwarî ye yên ku Mozexaneya brîtanî şûnwarzanên Îraqê ji 201an ve lê rahînan dike.

"Aytimên din hevşêwaz in ligel yên ku ji Têloyê hatine derxistin û bi piranîya ji heman cihî peyda bûne," mozexaneyê di daxuyanîyekê de ragihand.

Tê payîn ku kereste bi şev bi rêya hejmareke kêm ji kesan di demeke kurt de hatibin rakirin -- rêjeya talankirinê li başûrê Îraqê pir sînordartir e ji deverên din yên welat.

Ew dê bi fermî ji balyozgeha Îraqê re bên radestkirin di merasîmekê de roja Înê û ji wir dê bo Îraqê bên vegerandin.

Balyozê Îraqê, Salih Husên Elîi, xebata stafê mozexaneyê silav kir ji ber "xebatên wan yên bêhampa" têkildarî destnîşankirina şûnwaran.

"Hevkarîyeke bi vî rengî di navbera Îraq û Paşanişîna Yekbûyî de jîyandar e bo parastin keleporê Îraqî," wî di daxuyanîyekê de ragihand.

"Parastin şûnwaran erkdarîyeke navdewletî ye û li Îraqê ew pêşwazîyê li hevahengîya cîhanî dikin bo parastina keleporê Îraqê û vegerandina keresteyên talankirî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500