Nûçeyên Iraqê

9 Îraqî di nav de zarok di qeyikeke koçberan de li beravake Turkîyayê mirin

Herî kêm neh koçber ku heft ji wan zarok in sibeha roja Pencşemê (9ê Tîrmehê) mirin piştî noqbûna qeyika wan li pêşberî berava rojavayî ya Turkyayê, AFP ragihand.

Çar kes ji hêla zîrevanên beravê yên Turk hatin rizgarkirin piştî noqbûna qeyika ku berê xwe dida Yonanê, ku piranîya koçberên tê de Îraqî bûn û li pêşberî havîngeha Kusadasîyê ya Turkî noqî avê bû, ajansa Anadolê ya dewletê ragihand.

Belgeyên seretayî yên koçberan diyar dikin ku tu kesekî wendayî yên din tune bûn, li gorî ajansê.

Ajansê anî ziman ku tenê yek ji wan koçberan Sûrî bû û kesên din Îraqî bûn. Her neh kesên mirî Îraqî bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500