Nûçeyên Iraqê

Komîsyon: dê 35,000 namzet di hilbijartinên şaredarîyan de beşdar bibin li Sûrîyayê

Dora 35,000 namzetan dê di hilbijartinên encumenên bajarokan de di meha bê de beşdar bibin, di yekemîn hilbijartinên şaredarîyan de ji dema ku şer sala 2011qn dest pê kir, AFP Çarşemê (8ê Tebaxê) ragihand.

"Komîteyên namzetan li parêzgehan 34,553 daxwaznameyên namzetbûyînê bo hilbijartinên şaredarîyan qebûl kirin... ji eslê 55,164 daxwaznameyan," Sulêman Qaîd, serokê Komîteya Bilind a Dadwerî bo hilbijartinan, ji Wetenê re eşkere kir.

Dê hilbijartin roja 18ê Îlonê bi rê ve biçin.

Qaîd ji rojnameyê re, ya ku nêzî hikûmetê ye,got ku 18,478 kursî hatine terxankirin, hinekî bêhtir ji hejmara kursîyan a 2011 ku dora 17,000 kursîyan bû.

"Hejmarek mezin ji gundan bo şaredarîyan hatin veguhertin, ev yek jî zêdebûna hejmara kursîyên navçeyan şirove dike," wî got.

Lê belê hinek parêzgehan bi yekcarî tu daxwazî pêşkêş nekirine, di nav de Dêra Zora ya rojhilatî, û Hesekê ya bakur-rojhilatî û, parêzgeha Deraa li başûrê welat, li gorî Wetenê.

Hêzên rejîma Sûrî beşê rojavayî yê parêzgeha Dêra Zorê û navenda parêzgehê kontrol dikin, lê belê li parêzgeha Hesekê ew bi tenê hinek cihan li bajarên Qamişlo û Hesekê kontrol dikin.

Hêzên rejîmê meha borî tevahîya parêzgeha Deraayê dubare kontrol kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî SANA ragihand ku dê rejîmê navendên têkildar li bajarê Hema veke bo xelkê li deverên ne li jêr kontrola rejîmê -- Li Idlibê ya ku li bakur rojavayê welat e û Reqayê ya li bakurê welat e -- karîbin xwe weke kandîd qeyd bikin.

Tê payîn ku encumenên xwecihî yên nû xwedan berpirsyarîyên gelektir bûn.

"Dê karekî mezin li pêş encumenên nû be," sekreterê giştî yê aniha yê encumena parêzgeha Şamê, Beşar Hefar, wiha ragihand.

"Ew dê serpereştîya dariştina planên geşesendinê, pêşinyarkirina projeyên weberanînê, û derxistina biryarên pratîkî yên guncan bo qonaxa nûkirinê bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500