Nûçeyên Iraqê

NY dubare hejmartina dengan a "bawerbar" li Îraqê dinirxîne

NY roja Duşemê (6ê Tebaxê) dubarekirina hejmartina dengan a "bawerbar" li Îraqê nirxand, hejmartina ku dê rê ji sazkirina hikumetê re veke piştî sê mehan ji hilbijartinan, AFP ragihand.

Hilbijartinên parlemanî yên Îraqê ku di 12ê Gulanê de li dar ketibûn, hate angaştkirin ku sextekarî di wan de çêbûye, tiştê hişt ku dadgeha bilind li welat doza dubarekirina hejmartina dengan a bi dest bike.

Berpirsekî fermî ragihand ku taqîkirin bi dawî bûn, NY got ku wê çavdêrîya dubarekirina hejmartinê kiriye û dît ku "bi awayekî piştrast tê gerandin, herwiha bi pisporî û bi zelalî".

"Em gelekî bextewer in ku ew yek qedîya û di vê prosesê de em bendewarîya gavên bên dikin bo sazkirina hikumeta nû," şandera NY bo Îraqê, Alîs Walpol di daxuyanîyekê de got.

Berpirsê Îraqî destnîşan nekirin dê kengî encam bên ragihandin, di pişt re dê parlemantar cihên xwe di parlemanê de bigirin, û herwiha serokekî bibijêrin û dest bi sazkirina hikumetê bikin.

Dadwerê bi navê Leys Hemze peyvdarê komisyona hilbijartinê, Duşemê got ku dubarekirina hejmartina dengan "li hemû navndên hilbijartinê li Îraqê û li derveyî welat ku gilîyên hatine qeydkirin bi dawî bûn".

Komisyonê biryar da ku weke van taqîkirinan bo Risafayê pêk neyîne, Risafaya ku yek ji mezintirîn navçeyên hilbijartinê ye li rojhilatî Bexdayê, ku şewatek di Hezîranê de li mezintirîn enbarên dengdanê qewimî.

Di êrîşa bi mebest de "882 sindoqên dengdanê bi temamî di agir de çûn," Hemze di daxuyanîyekê de got.

Sê efserên polîs û karmendekî komisyona hilbijartinê hatin girtin têkildarî sûcên şewatê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500