Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê 28 endamên DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê dikujin

Herî kêm 28 endamên "Dewleta Îslamî" roja Duşemê (6ê Tebaxê) hatin kuştin di êrîşên hevahengkirî de ji alîyê hevpeymanîya nevdewletî û şervanên hevalbend li rojhilatê Sûrîyayê, AFP ragihand.

"Herî kêm 28 endamên DAIŞê hatin kuştin di êrîşên asmanî û topxaneyê de" li parêzgeha Dêra Zorê, Ramî Ebdul Rehman, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

Wî got ku hevpeymanî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), hevbendîyeke ji şervanên Kurd û Ereb pêk tê, êrîş kirin devera Bîr el-Mela li parêzgehê, ya ku hevsînorê Îraqê ye.

Wî got ku xaka li jêr kontrola DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê kêm bûye bo "rûbereke biçûk" ji çaxa ku QSD di destpêka Gulanê de dest bi qonaxa dawî ji pêngavekê kiriye daku tundrewan ji rojhilatê Sûrîyayê derxine.

DAIŞ, ya ku demekê beşin ji Sûrîya û Îraqê kontrol dikirin, di rêya êrîşên gelek re hatiye çewisandin û aniha ew tenê 3 % ji xaka Sûrîyayê kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500