Nûçeyên Iraqê

Îraq dibêje ku tundrû her û her xeta kehrebê dikin armanc

Tundrewan êrîş kir xeta voltaja bilind a kehrebeyê ya ku sûdê dighîne çendîn parêzgehên Îraqî bo cara heştemîn di heyama du mehan de, hikûmetê roja Yekşemê (5ê Tebaxê) eşkere kir.

Wezareta kehrebê got ku ew neçar bû dîsan xeta 400 kîlovolt di navebra Kerkûk û Diyalayê de çak bike piştî "êrîşên teroristan ên xerabkirinê... ku bûn sedema qutkirina xetê" roja Pêncşemê, AFP ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand ku ev "êrîşa heştan bû ku li ser vê xetê di heyama du mehan de pêk tê", û parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Nînewayê di tarîyê de heştin.

Ziyanên ku li xeta di navbera Kerkûk û Diyalayê de bûne hate çaksazkirin û kehrebe bo nişteciharan hat vegerandin, çavkanîyek ji wezareta kehrebê Yekşemê anî ziman.

Îraq ji qutkirina kehrebê ya zêde gazinan dike, ew bi xwe vedigere xerabûna binsazîya tora kehrebê ya ku bi salan hatiye paşguhkirin.

Kêmbûna kehrebeyê bû sedema protestan di meha borî de, çikû niştecih kêferatê bi germa havînê re dikin, ji ber ku germahî digihêje pileya 50 (120 Fehrenhayt).

Ebdaî wezîrê kehrebê Qasim Fehdawî roja 29ê Tîrmehê ji kar dûrxist daku protestan rawestîne, protestên ku li Besrayê, li başûrê welat ,çêbûne û li gelek bajarên din belav bûne, di nav wan de Bexda.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500