Nûçeyên Iraqê

Şam komîteyekê pêk tîne bo vegerandina penaberan bo Sûrîyayê

Hikûmeta Sûrîyayê dê komîteyekê pêk bîne bo hevahengîkirina vegerandina bi milyonên welatîyên xwe yên ku ji ber tengejîya heft-salî ya welat tê re derbas dibe koçber bûn, AFP Duşemê (6ê Tebaxê) ragihand.

Kabîneya hikûmetê roja Yekşemê "biryar da ku komîteyekê dabimezrîne bo vegerandina kesên li derveyî welat bo gund û bajarên wan", ajansa nûçeyan ya fermî SANA ragihand.

NY got ku ilmilanî bo sedema penberbûyîna bêhtir ji pênc milyon Sûrî li derveyî welatê wan, ku nîvê wan li Turkîyayê ne û piranîya mayî li ser Lubnan û Urdinê tên dabeşkirin.

Komîte "dê rêkarên pêwîst bide ber xwe bo asayîkirina rewşa hemû kesên penaber û dê vegera wan ewle bike û xizmetguzarîyê bingehîn û ewlehyî bo herêmên cuda vegerîne", SANA got.

SANA da zanîn ku dê hinek gavên bên dayîn "bo misogerkirina vegera wan bo jîya normal û mijûlbûna bi karên xwe ve fena rewşa pêş şerê" ku sala 2011an qewimî.

Komîteya hevahengîyê dê "bi giranî bi dewletên hevalbend re bikeve têkilûyê bo peydakirina hemû hêsankarîyan û dayîna gavên guncan bo misogerkirina vegera wan", SANA got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500