Hêzên Îraqî endamekî payeberz ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digrin di operasyoneke ewlehî de li taxa Intîsarê li rojhilatê Mûsilê roja Çarşemê (1ê Tebaxê), Fermandarîya Operasyonên Nînewayê ragihand.
"Hêzên Îraqî endamekî payeberz ê DAIŞê girtin ku berpirsyarê pagerên ewlekarî yên rêxistinê bû di dema dagirkirina wê ji Mûsilê re," fermandar Necim Edîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.
Cibûrî got ku Ebû Telha "Walîyê Cezîrê" bû di heyama dawî ya knotrola DAIŞê ji bajar re.
Cibûrî got ku agahîyên hewalgirî û çavdêrîya berdewam bo çend rojan tundrew xistin davê.
Wî da zanîn ku agahîyên girîng li dor çalakîyên paşmahîyên DAIŞê di operasyonê de hatin bidestxistin.