Nûçeyên Iraqê

Komên opozîsyona Sûrîyayê hevpeymanîyeke nû pêk tînin û çavê rejîmê li Idlibê ye

Komên opozîsyonê li Parêzgeha Idliba Sûrîyayê Çarşemê (1ê Tebaxê) damezrandina hevpeymanîyeke nû ragihand, di demekê de ku Serokê Sûrîyayê Beşar Esed armanc dike ku serwerîya xwe liser navçeya bakur-rojavayî vegerîne, AFP ragihand.

Enîya Niştîmanî ya Rizgarîyê ji hevgirtina komên îslamî yên Ehrar el-Şam û Nûredîn Zenkî û çar hêzên din ên opozîsyonê pêk tên.

Lê hevpeymanî hêza serdest li Idlibê nahundirîne -- hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam.

Hevbendî ji alîyê Ehrar el-Şam û Nûredîn Zenkî ve roja Çarşemê hat ragihandin, yên ku berî aniha li jêr sîwana Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê dixebitîn.

Dê yek ji armancên hevpeymanîya nû ew be ku "rê li ber hemû hewlên rejîmê yên pêşveçûnê bigire" ber bi navçeyên opozîsyonê ve, peyvdarê hevbendîyê Nacî Ebû Huzêfa ji AFP re ragihand.

Parêzgeha Idlibê ya stratejî hevsînor e ligel Turkîyayê, piştevana opozîsyonê, û li tenîşt Laziqiyayê ye, ew jî asêgeheke rejîmê ye li ser Deryaya Sipî.

Idlib dawîn zon e ji çar zonên "kêmkirina şer" ên ku hêzên cîhan sala 2017an li ser wan li hev kirin û hîna jî çekdarên opozîsyonê xwedan hebûneke mezin in li wir.

Çekdarên opozîsyonê û sivîl bi basan ji her sê zonên din hatin derxistin dema ku ew ketin destê hikûmetê, û ew bo Idlibê hatin veguhestin, û wiha nifûsa wê bû dora 2.5 milyon kes.

Di hevpeyvînekê de bi medyaya Rûsî re hefteya borî, Esed got ku Idlib berîtîya tê ya hikûmetê ye. Lê belê roja Sêşemê hevalbenda rejîmê Rûsya egera pêkanîna êrîşeke berfireh li ser parêzgehê bi dûr xist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500