Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: 4 çekdarên rejîmê di kemîneke DAIŞê tên kuştin li nêzî Şamê

Çar çekdarên rejîmê di kemînekê de hatin kuştin li nêzî paytextê, Rewangehê îroj Çarşemê (1ê Tebaxê) ragihand, di kemînekê de ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li xwe girt, AFP ragihand.

Tundrewan roja Sêşemê li deverke çiyayî da ku 50 kîlometran dûrî Şamê ye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Çar çekdarên rejîmê hatin kuştin, di nav de sê efserên ku li navçeya Dumêr kar dikin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

DAIŞ xwedan hebûn bû li devera pîşesazî ya Dumêrê bo çendîn sal lê di dawî de ji alîyê komên opozîsyonê yên rikber ve hat derxistin, paşê wan kontrola deverê wenda kir û îsal kete destê rejîmê.

"Navçe nêzî Badiyayê e (Biyabana Sûrî) lê ne zelal e ka êrîşkeran xwe weke şanên razayî li wir diveşart ya ew ji biyabanê hatibûn," Ebdil Rehman got.

Heftîya borî, çekdarên DAIŞê yên li biyabanê derbasî parêzgeha Swêdayê bûn, ya ku li başûrê welat e, û bêhtir ji 250 kesan kuştin di teqînên xwekujî, gulabarankirin û kuştina bi kêran ên kordînekirî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500