Nûçeyên Iraqê

8 endamên DAIŞê mukur tên ku wan di kuştinên Xefsayê de cih girtiye

Dadgeheke lêpirsînê li Hemam Elîlê, li başûrê Mûsilê, cihgirtina heşt endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di kuştinên bi kom de li deverê di dema kontrola rêxistinê ji Mûsilê re bi belgeh kir, peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerîyê ya Îraqê îroj Çarşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

Li Xefsayê, goreke komî li nêzî navçeya Hemam Elîl e, endamên DAIŞê laşên bi hezarên qurbanîyên bidarvekirinê bi nofan avêtin çalê.

Ew cih, ku weke yek ji xerabtirîn gorên komî tê hejmartin, çaleke mezin e, û sirûştî ye.

"Hêzên ewlekarîyê heşt terorîst girtibûn ku ji heman malbatê bûn û fermandarîya operasyonên DAIŞê li başûrê Mûsilê dikirin," Ebdul Setar Bêreqdar di daxuyanîyekê de got.

Wî eşkere kir ku gunehbar mukur hatin ku wan rol di kuştargeha Xefsayê de gerandiye, bi kuştin û paşê werkirina xebatkarên hêzên ewlekarîyê û sivîlan di çaleke mezin û kûr de li Hemam Elîlê.

"Sûcdaran rol di kuştina 370 sivîlan û xebatkarên hêzên ewlekarîyê de gerandiye û herwiha girtina 400 niştecihên Mûsilê," wî got.

"Ew herwiha li gelek tawanên din mukur hatin," wî got, û da zanîn "sûcdarîya hatiye bibelgehkirin û hemû rêkarên pêwîst dê werin wergirtin li gor madeya 4(1)ê ji zagona dijî-terorîzmê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500