Nûçeyên Iraqê

Bêhtir ji 1,000 kolanî li Bexdayî dubare tên vekirin

Bêhtir ji 1,000 kolanî hatin vekirin û hejmareke mezin a rêbendan hatin rakirin li Resafa û Kerxê li Bexdayê, Fermandarê Operasyonên Bexdayê, ferîq Celîl Rubeyî roja Duşemê (30yê Tîrmehê) ragihand.

"Rewşa ewlehî li Bexdayê seqamgîr e, û tirsên me ji dubare vekirina kolanan tune ne," wî got.

Wî da zanîn ku Fermandarîya Operasyonên Bexdayê bêhtir ji 1,000 kolanî li Kerx û Resafayê vekirin, û dê berdewam be di gavên hevşêwe de bo alîkarîkirina rêbwarîya welatîyan bi hêsanî.

"Hêzên ewlekarîyê herwiha dora 70 rêbendan û 200 xalên ewlekarî li seranserê paytextê rakirin," wî got, û teqez kir "xebatên hewalgirî li paytextê nayab in û gihaştine asta daxwazkierî bo kifşkirina her gefeke terorî ya gengaz".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500