Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY giftûgoyên meha Îlonê yên derbarê destûra Sûrî ya nû de paln dike

Şanderê NY bo Sûrîyayê îroj Sêşemê (31ê Tîrmehê) got ku ew plan dike Îran, Rûsya û Turkyayê bo giftûgoyan di Îlonê de vexwîne bo pêkanîna komîteyekê bo dariştina makzagoneke nû ji Sûrîyayê re, AFP ragihand.

Stîfan dî Mistura, yê ku xebatên wî yên serborî bo bipêşvebirina rêkeftina aştîyê ya Sûrî bi ser neketin, bi çêkirina komîteyê hatibû erkdarkirin di kongreyekê de bi piştevanîya Rûsyayê li Sûşîyê di meha Kanûna Duyem de hatibû lidarxistin.

Rûsya û Îran piştgirîya Serokê Sûryayê Beşar Esed di şer de kirine, û Turkyayê jî piştgirîya rêxistinên opozîsyonê kiriye.

Şanderê NY bo encumena Ewlekarîyê heftîya bihurî got ku ew dixwaze komîteya destûrî çêbike berî komcivîna rêberên cîhanê li Civata Giştî di dawîya Îlonê de.

Hikumeta Sûrî têbînîyên xwe yên li ser pêşinyarê anîn ziman lê di Gulanê de, wê lîsteyek bi navê berpirsyarên ku dê beşdarîyê di xebata diplomasî ya nû de bikin pêşkêş kir. Vê dawîyê opozîsyonê jî lîsteyek bi navê nûnerên xwe şand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500