Nûçeyên Iraqê

Kurd daxwaza Sûrîyayeke ne navendî dikin di danûstandinên bi hikûmetê re

Hevbendîya Erebî- Kurdî roja Şemîyê (28ê Tîrmehê) eşkere kir ku ew daxwaza nexşerêyekê dike li dor Sûrîyayeke ne navendî di danûstandinên bi rejîma Sûrîyayê re ku heftîya borî li Şamê hatin destpêkirin, AFP ragihand.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), ku herêmeke berfireh li bakur û rojavayê Sûrîyayê kontrol dike, got ku wê bi hikûmetê re li hev kir ku komîteyên hevbeş pêk bînin bo nîqaşkirina pirsên serekî piştî gera pêşîn ji danûstandinan di rojên Pêncşem û Înê de.

Sîwana siyayî ya QSD, Encumena Sûrîya Demokratîk (MSD), got ku armanc ew bû "ku zemînê xweş bikin bo dîyalogeke berferehtir û giştgîrtir" û darştina "nexşerêyekê bo Sûrîyayeke demokratîk û ne navendî".

QSD tu dîrokek bo gereke nû a danûstandinan dîyar nekir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500