Nûçeyên Iraqê

Dê hemû kolan li Îraqê werin vekirin

Hemû kolan li Bexdaya paytexta Îraqê dê werin vekirin li ser fermana serokwezîr Heyder Ebadî, Fermandarîya Operasyonên Bexdayê roja Pêncşemê (26ê Tîrmehê) ragihand.

"Dê hemû peyarêyên li Bexdayê dîsan bên vekirin û dê piştgirîyê ji hemû sazîyên pêwendîdar were dabînkirin bo reçavkirina bikaranîna ne yasayî ji torên avê û kehrebeyê re," fermandarîyê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku karînên endazyarî piştgirîyê peyda bikin ji sazîyên xizmetguzarî re li paytextê.

Wê daxuyand ku Wezareta Perwerdeyê dê were piştgirîkirin di warê nûavakirina fêrgehan de, û Wezareta Tendirustîyê dê di warê sazûmendên nûjdarî were piştgirîkirin.

Daxuyanîyê got ku plan destpêka programekê ye bo nehiştina qerebalixa trafîkê û alîkarîkirin di dewamkirina xizmetguzarîyan de li paytextê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500