Nûçeyên Iraqê

Hejmara kuştîyan li Swêdayê digihe 252 kesan, rejîm jî pêşveçûyîna xwe li Deraayê dewam dike

Hejmara giştî ya kuştîyên teqînên xwekujî û êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên ser bajarê Swêdayê gihişt 250 roja Pêcşemê (26ê Tîrmehê), AFP ragihand.

Çar êrîşkerên xwekuj bajar roja Çarşemê kirin armanc, û hevdem hinek çekdarên DAIŞê bi tifingan û teqemenîyan êrîş kirin gundên li bakur û rojhilatê bajêr.

Hejmara giştî ya kuştîyan roja Pêncşemê gihişt 252 kesan, ku 139 ji wan sivîl in, li gor Rewangeha Sûrîyayê bo Mafên Mirov.

Kuştîyên din çekdarên alîgirên rejîmê bûn ligel şênîyên ku çek hilgirtibûn da ku berevanîya gundên xwe bikin.

Rewangehê ragihand ku herî kêm 63 tundrew mirin di vê êrîşê de.

Malperên nûçeyan li Swêdayê dan zanîn ku hinek tundrewên ku di êrîşa Çarşemê de cih girtibûn di korîdoreke ewle re ji kampa penaberan a Yermûkê li gundewarên başûrî yên Şamê hatibûn derxistin.

Çekdarên dawî yên DAIŞê li kampê bi basan tev xizmên wan di Gulanê de bo devera biyabanî ya hîna li jêr kontrola wê ye hatin veguhestin.

Malperên nûçeyan ên Swêdayê hinek wêne weşandin ku çekdarine DAIŞê yên hatine kuştin di êrîşên de tev kartên ku dîyar dikin ew ji Yermûkê bûn nîşan didin.

Hevdem, Rewangehê Pêncşemê got ku hêzên rejîmê pêş diketin li gundewarê rojavayî yê parêzgeha Deraayê ya hevtixûb, û bajarokê Sehem el-Colan ê ku li jêr kontrola DAIŞê bûn vegerandin.

Hêzên hikûmeta Sûrîyayê ala delwetê li ser enîya bi Bilindahîyên Colanê re bilind kirin roja Pêncşemê piştî çar salan, Rewangehê û malperên rojnameyên alîgirên rejîmê ragihandin.

Serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman got ku hêzên rejîmê ala Sûrî li dergehê sînorî yên Qunêtrayê bilind kir, ku ew xala sînorî ya sereke ye ligel Colanê dagirkirî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500