Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî endamine DAIŞê yên payeberz li Diyalayê digirin

Hêzên Îraqî endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê payebebrz girt gava wî hewl dida ku di pirekê re ji rojavayê Mûsilê derbasî beşê rojhilatî ji bajêr bibe, polîsê Îraqî li Mûsilê îroj Pêncşemê (26 Tîrmehê) ragihand.

Ferec Sabit, ê bi Ebû Elî Ensarî jî tê naskirin, ku weke "Serokê Polîsê Îslamî" cih digirt di dema dagirkirina rêxistinê ji Mûsilê re, serokê polîsê lîwa Hamid Namis Cibûrî wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku tundrû navekî sexte bikar tanî û teşeyê xwe guhert bi boyaxkirina porê xwe û kurkirina riha xwe.

Cibûrî anî ziman "girtin pir giring e û dibe agahîne derbarê teroristên revyayî yên DAIŞê mayî dabîn bike. "

Di nûçene din de, ku serokê hesba DAIŞê "polîsê şerîetê" yê bajarê Hewîcayê li Diyalayê hate giritin, fermandarîya polîsê parêzgeha Diyalayê îroj Pêncşemê di daxuyanîyekê de got.

Hêzeke ewlekarîyê ji hewalgirîya Diyalayê û ajansa dijî terorê "teroristekî ku weke serokê hesba li Hewîcayê, li başûr-rojavayê Kerkûkê, di dema dagirkerîya DAIŞê ya ji bajêr re, cih digirt girtin", daxuyanîyê ragihand.

Daxuyanîyê anî ziman jî ku ew bi sê alîkarên xwe re hate girtin di operasyoneke ewlehîyê de ku li devera Tebacê li rojhilate Diyalayê û deverine din li parêzgehê hatibû encamdayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500